
Xelkê gundê “Kose” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê li meydana werzişiya wî gundî de rêûresima Newrozê lidar xistin.
Roja Înê 12ê Xakelêweya 2722an a Kurdî li gundê “Kose” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê li meydana werzişiya wî gundî de, bi beşdariya sedan kesan rêûresma Newrozê bi şan hate lidarxistin, xelkê gundê “Kose” agirê Newrozê gur kirin û bi cilûbergên Kurdî, hewrî û axabanî li dora agirê Newrozê dîlan û govend kirin.
Di beşek din a wê rêûresimê de xortên axabanî li mil û keçên hewrîpoş bi kêbirkêyek hespsiwariyê rêûresim zêdetir xemilandin.
Di îsal de tevî rêgirîkirin ji lidarxistina rêûresima Newrozê û milîtarîzekirina gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve, xelkê Rojhilatê Kurdistanê di piraniya gund û bajaran de ew rêûresma Kurdî bi rê ve birin û carek din îsbat kirin ku rejîma dagîrker nikare pêşiya hêzek yekgirtî bigire.