Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundê Naznazê xwefiroşan tirba şehîdeke Kurdistanê tevlîhev kirin

11:51 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2022

Kirêgirtiyên rejîma Îslamiya Îranê li gundê “Naznaz”yê li devera “Dol”ê girêdayî bajarê Urmiyê, tirba şehîdê Kurdistanê “Ebdulla Ebdî” tevlîhev kirin.

Şehîd “Ebdula Ebdî” sala 1364`an a Rojî li şer û pevçûn digel rejîma Îslamiya Îranê li gundê “Delo” li devera “Dol”ê hatibû şehîdkirin û li gundê “Naznaz”ê bi axa pîroza Kurdistanê hatibû spartin, lê kirêgirtiyên rejîmê wêneya li ser tirba wî şehîdê Kurdistanê jinav birine.

Rejîma Îranê û kirêgirtiyên vê rejîma dije mirov, bo dijayetîkirin digel bihayên netewî yên Kurd û Kurdistanê, xwe ji ti kiryarek gemar naparêzin û kirêgirtiyên rejîmê bi jinav birina wêneya li ser tirba wî şehîdê Kurdistanê, hundirê xwe yê gemar û hizrên nemirovane yên xwe eşkere kirine.