Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundê “Satiyarî Dîlana azadiyê” hate lidarixistin

18:45 - 17 Adar 2019

Kurdistanmedia: Tevî zext û givaşên rejîma Îranê bo pêşîgirtin ji birêvebirina rêûresimên newrozê, xelkê gundê Satiyarî ber bi pêşwaziya cejna newrozê çûn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê xebatkar yê Kurdistanê, tevî vê ku saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, gefan ji xelkê dixwe,  ku nabe merasimên newroz birêve bibin, piştî civîna li gundê Terexe ya girêdayî bajarê, Bokanê, hevwelatiyên gundê “Satiyarî” jî bi gotina neyeke qahîm, bersiva dezgehên serkutkar yên rejîmê dan.

Di vê rêûresimê de, xelkê xebatkar yê Satyarî a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, bi lidaristina rêûresima cejina newrozê pêşwazî ji destpêkirina sala nû a Kurdevarî kirin.

Herwisa di vê rêûresimê de, xelkê beşdar, bi hilkirina agirê newroz û xwekirina kincên Kurdî, pêşwazî ji newrozê kirin.

Birêveçûna cejna newrozê li bajarên Kurdistanê di demekê de ye ku, dezgeh û navendên ewlehiyê yên rejîma Îslamî a Îranê, bi tundî gefan ji xelkê dixwen ku, nabe rêûresimên newrozê birêve bibin.

Roja 24`ê Reşemehê, tevî zext û givaşên rejîma Îranê yên bo ser xelkê Kurdistanê, bo pêşîgirtina ji birêvebirina Newroz Kurdevarî, xelkê Bokan û deverên derdorê,  ber bi pêşwaziya cejna newrozê çûn.