Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundê Tengîserê, dayîka şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir

17:30 - 20 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 29`ê Befranbarê, “Sebî`e Ehmediyan” dayîka şehîd “Osman Dostî”, xelkê gundê “Tengîser”a girêdayî bajarê “Sine”, bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî di tewahiya jiyana xwe de, weke dayîka şehîdên Kurdistanê, bi serbilindî jiyan kir û şanazî bi rê û rêbaza kurê yê şehîd dikir.

Şehîd “Osman Dostî” sala 1343`an li gundê, “Tengîser”a girêdayî bajarê Sine, jidayîk bibû û piştî êrîşa rejîma dagîrker li ser Rojhilatê Kurdistanê, şehîd “Osman” wekî lawekî şoreşger tevlî refên Hêza Pêşmergên Kurdistanê dibe.

Xwedêjêrazî çeka parêzgarî ji gel û nîştiman, diavêje milê xwe û wekî pêşmergeyekî çeleng û netris kar û xebata xwe didomîne.

Di encamê de, şehîd “Osman” di rêkefta 20`ê Gelawêja sala 1363`an, li gundê “Xanega” ya girêdayî bajarê Pawe, di şer û pevçûnekê de, lidjî hêzên dagîrker yên rejîma Îranê, şehîd bû.

Tirba şehîd “Osman” li gundê “Hesenava”ya girêdayî, bajarê “Sine” de ye.

Termê xwedêjêrazî, “Sebî`e Ehmediyan” li nav girseya xelkê navçeyê, bi axa pîroza Kurdistanê hat spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji malbat, xizim û kes û karên xwedêjêrazî re sersaxiyê dibêje û xwe hevparê wê xema wan dizane.