Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li hember şiltaxiyên rejîma Îranê de, welatên cîran, sinûran bi ser Îranê de dadixin

10:40 - 6 Çirriya pêşîn 2021

Piştî aloziyên di navbera Îran û Azerbaycanê, û gef û manovrên leşkeriye rejîma Îranê li ser sinûrê Azerbaycanê, welatê Turkiyê û Gurcistan û Azerbaycanê derwazên sinûriye xwe di gel Îranê daxistin.

Roja Sêşemî  5ê Çirya Pêşîn, Turkiyê derwazê xwe yê Raziyê ku kevtiye ser sinûrê herêma Kotol û di 75 Kîlometriya bajarê Xoyê hilkevtiye, bi ser hatinûçoyîna welatiyên Îranî û maşînên barhilgir de daxist.

Herwisa hate ragihandin ku welatê Gurcistanê jî sinûrê xwe bi ser Îranê de daxist û pirskirêk bo maşînên barhilgire bazirganî anîne pêş.

Niha ku rêka tiranzêtiye peywendiya Îran û Ewrupa ji aliyê Turkiyê û Azerbaycan û Gurcistanê ve tête daxistin, rejîma Îranê di cehda hindê de ye ku bi çi awayekê be, belkî bikare Gurcistanê razî bike da ku rê jê negire.

Maşînên barhilgire hawirde û hinarde yê bazirganiya Îranê bi armanca hatin û çoyîna bi Rûsiyê, ji welatê Ermenistanê re derbas dibin, lê livê re jî divê derbasî Gurcistanê bibin da ku bigehne meqseda xwe, lê Gurcistanê rê ji wan girtiye û gorî zaniyariya niha sedan Maşînên barhilgire Îran li derwazê Gurcistan rawestiyane.

Bêguman daxistina derwazên bazirganî bi ser Îranê de ji aliyê Turkiyê û Azerbaycan û Gurcistanê ve, bandorekî gelek nerênî danaye bi ser xirabtirbûna rewşa abûriya Îranê û xelk dibe baca şerxwazî û siyaseta şaşe rejîmê bidin.