Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Hewramanê rêûresma Pîrşaliyar hat lidarxistin

11:44 - 3 Şibat 2022

 Li hefteya duyema meha Rêbendana her salê, li Hewramanê rêûresma olî ya Pîrşaliyarê  hat lidar xistin.

Rêûresma Pîrşaliyar her sal di heyama hefteya duyema meha Rêbendanê, li navçeya Hewramana Text bi amadebûna xelkê deverê, mêhvanên navçeyên cuda yên welat û herwisa bi amadebûna mêhvanên biyanî birê ve diçe.

Rêûresma Pîrşaliyar ku dîroka wê vedigere bo zêdetir ji hezar salan berî niha, rêûresmeke kevnar û dîrokî ye û her sal li devera Hewramana girêdayî parêzgeha Sine, bi amadebûna mêhvan, geştyarên navxwe û derveyî welat tê lidar xistin.

Dîlana Pîrşaliyara Hewramanê ankû rêûresma olî, ku rêze merasmên kevneşopî û dîrokî jixwe digire,  her sal li bajarê Hewraman Text, bi şêweyekî kevneşopî birêve diçe.

Herwisa pêşniêjê Înê yê Hewramana Text ku di vî warî de gelek lêkolîn encam daye, dibêje: Daweta Pîrşaliyar bi rastî salvegera zewaca pîremêrekî îrfaniye, li herêma Hewramanê bi navê Şaliyar, ku bingeha wê ji bawerî û olên xelkê vê deverê serçave vedigire.