Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama sê mehên derbasbûyî de, pênc hezar perestar li ser kar hatine derxistin

18:52 - 16 Gulan 2022

 “Mihemed Mîrzabeygî” berpirsê Saziya Nizam a Perestarî yê rejîma Îranê, roja Yekşemî 25`ê Banemerê, îtiraf bi vê yekê kir ku, di heyama sê mehên derbasbûyî de,li nexweşxaneyên Îranê de pênc hezar perestar li ser karên xwe hatine derxistin.

Wî karbidestê rejîmê di conferanseke rojnamevaniyê de bas ji vê yekê kiribû ku, li Îranê kêmasiya sed hezar perestaran heye û îtiraf bi vê kiriye ku li heyama sê mehên derbasbûyî de li nexweşxaneyên Îranê pênc hezar perestar li dema teşenekirina vîrûsa Koronayê de ku mijûlê kar bûne, piştî kêmbûna vîrûsa Koronayê girêbesta wan nehatiye demdirêjkirin. 

Îtirafkirina bi derxistina pênc hezar perestaran ji aliyê wî berpirsê rijîmê ve di demekê de hatiye radigehîne ku, pêka gotina navbirî rêjeya perestaran li Îranê digel standardên cîhanî cudahiyek zêde heye. Herwisa navbirî li derheq vê rêjeya digel standardên cîhanî de gotiye: “Dibê li hember hezar nexweşî de me 4 perestar hebin lê, li Îranê de ew standarda li berçav nehatiye girtin.