
Şewa derbasbûyî Firokên Rûsiyê Karwaneke Artêşa Tirkiyê kirne emanca bombebarana xwe, bi vê hegerê sedan Serbazên Tirkiyê di vê êrîşê de hatin kuştin û birîndar kirin.
Li parêzgeha Idlibê şerekî dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û artêşa Sûriyê de derket û li gor zanyariyan, Tirkiye kuştî û birîndarên xwe vediguhêze nexweşxaneyên li bajarê Hatayê.
Parêzgarê Hetayê Rahmî Dogan di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên esmanî yên rêjîma Sûriyê êrîşî serbazên Tirkiyê yên li Idlibê, kirine û di encamê de 22 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve Saziya Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li Idlibê 34 serbazên Tirkiyê di êrîşên rêjîma Sûriyê de hatine kuştin.
Her li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê şewa derbasbûyî we serhev cinazên kuştî û birîndarên xwe veguhastine nawa Tirkiyê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, di encama bombebarana firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de çendîn serbazên wan li Idlibê hatin kuştin û birîndar kirin.
Li ser dawî rewş û êrişa li Idlibê, Serokomarê Tirkiyê Recep Te`yîp Erdoxan bi amadebûna hejmareke wezîr û berpirsan civîneke awarte encam da.