Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Idlibê di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê de şer û pevçûn derket

11:23 - 25 Şibat 2020

Gotûbêjên di nevbera Tirkiye û Rûsyayê derbarê Idlibê de bê encam ma û di dawiyê de şerê rasterast di navbera wan de qewimî.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê li Idlibê êrîşê xalên artêşa Tirkiyê kirine û di encamê de hejmareke leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. herwisa Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand, ku di encama êrîşa balafirên şer de li Idlibê dehan leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Ji aliyê din ve Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê balafirên şer ên Rûsya û hikûmeta Sûriyê êrîşî ser xalên artêşa Tirkiyê li herêma Kensefra li başûrê Idlibê kirin ku di encamê de hejmarek tiromobêlên leşkerî hatine şewitandin.

Li gor daxuyaniya Zêrevanên Mafê Mirov li Suriyê, di vê êrîşê de jî 10 leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndarkirin.

Berpirsên paye bilind ên Tirkiyê tekez kirin, ku gotûbêj û pêwendiya telefonî ya Erdogan digel Putin ti armanc bo Enqere bidest nexist.

Erdogan dixwaze Rêketina Soçî bi tevahî bê cîbicîkirin, anku vekişîna artêşa Suriyê ji (Devera Bêçek) li Idlibê, lê çavkaniyên Rûsiyê dibêjin qet û qet ew yek pêk nayê.

Parek ji hêzên Tirkiyê piştî êrîşa Rusiyê, binkên xwe berdan û xwe gihandine nav axa Tirkiyê.

Hêzên Tirkiyê dehan kes ji xelkê Sivîl ên bajarê Efrînê jî rewandine.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand: “Em cehdê dikin rewşê aram bikin, lê ev karên Tirkiyê ku dixwaze dest bi ser her derê  bigre, nayê qebûlkirin”.