Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Idlîbê di navbera Suriyê û Tirkiyê şer derket

12:27 - 11 Şibat 2020

Êrîşa Rejîma Sûriye hemberî serbazên Tirkiye bu hegera kuştî û birîndar bûna dehan jandirmên Tirk.

Wezareta Bergirî ya Tirkiye ragihand: “Li Idlibê, di encama topbaran a rejîma Esed de 5 serbazên me hatine kuştin, û 5 jî brîndar bûne”

Di daxûyaniyê de hatiye: “Li Idlibê, li hemberî serbazên me yên ku dixwazin pevçûnan rawestîn in, ewlehiya sînorên me pêkbîn in, pêşî li koçberî û keraseta mirovî bigrin, ji alî rejîmê ve, di encama topbaran a bihêz de 5 serbazên me hatine kuştin, 5 jî brîndar in”.

Ew serê çend Rojane ku Artêşa Tirkiyê sedan hêzên xwe derbasî hinek dewerên Idlînê kirine û piştgiriya girûpên tunajoye girêdayî bi xwe dike da ku bikarin wî Bajarî li destê xwede biparêzin.

Li hember da jî hêzên Artêşa Sûriyê bi piştîwaniya çekên girane Rusiyê berdewamin li ser êrişa bo Idlîbê daku bikarin bigrin.

Hatiye ragihandin ku 37 serbazê Artêşa Suriyê jî hatine kuştin.

Li devera Idlibê aloziya di navbeyna rejîma Sûriye, Hêzên Rûsya û Tirkiye de ev çend roj in berdewame. Şandek Rûsyayê jî, ji bo danûstandinan û rawestandina aloziyên zêdetir serdana Enqerê kir, lê ligor agahdariyan heta niha tu encam ji hevdîtinan derneketine.