Li Îranê ajotvanên jin yên ku motorsîkelat diajon ji ber nedana îzina ajotvaniyê ji aliyê dewletê ve dê bên ceza dan.
Husên Rehîmî Fermanderê Hêza Polîsê Hatinûçûn(întizamî)a rejîmê diyar kir, li rêkevta 30`ê Rebendanê şonda tev jinên ku motorsîkletan diajon, ji ber nebûna îzina ajotvaniyê dê bên sekinandin.
Herwisa Kemal Hadiyan berpirsê giştî yê Hêza Polîsê Hatinûçûnê yê Îranê, Terafîkê derheq ajotina motorsîkletan ji aliyê jinan ve wuha gotibû: Li naveroka yasaya bingehîna welat de, ya derheq îzindana ajotina motorsîkletan, tenê navê zelaman hatiye û em tenê dikartin ji zelaman re îzina ajotvaniya motorsîkletan bidin.
Her di vê peywendiyê de, berê jî, taya 31 a Dîwana Îdalet a îdariya rejîmê ji Polîsê Hatinûçûnê re daxwaz kiribû, ji jinên pispore re îzina ajotina motorsîkletan bidin lê, heta niha jî, ev daxwaz nehatiye cî bi cî kirin.
Ev binpêkariyên mafê jinan yên ku ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve tên encam dan di halekê de ye ku, di yasaya bingehîn a rejîma Îslamîa Îranê de, bona dana îzina ajotvaniya motorsîkletan, behsa ti regezekê nehatiye kirin.
Piştî derbasbûna 43`ê salan li ser temenê rejîma bi nav îslama Îranê de ku berdewam di meydayên xwe de behsa wekheviya di navbera jin û mêran dike mixabin, heta jî, di nav civaka xwe de digel jinê weke welatiyeke têrgihîştî reftar nekiriye.