Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê 80 hezar perestar tûşî Koronayê bûne

12:25 - 10 Nîsan 2021

Serokê Nizama Pizîşkî yê rejîam Îranê, “Mihemed Mîrzabeygî” daye zanîn: “Heta niha 80 hezar perestar li Îranê tûşî Koronayê bûne”.

Roja Înê 9ê Nîsanê, Serokê Nizama Pizîşkî yê rejîam Îranê, “Mihemed Mîrzabeygî” tevî rexnergirtin ji siyasetên rejîmê li derheq dabeşkirina vaksena Koronayê got: “Li dayxstinên newrozî de, 15 hezar pêketiyên Koronayê hatibûne naskirin ku bê ti astengekê û bi hêsanî di Îranê de geriyan û serdan kirin, ew bû sedema ku karên perestaran û parêzerên tenduristiyê bi yekcarî zêde bibe”.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye: “140 hezar perestar di welat de mijûlê xizmetkarî bo pêketiyên Koronayê ne, heta niha 80 hezar perestar rastî vîrûsa Koronayê hatine û 110 kes ji wan perestaran canê xwe ji dest dane.

Navbrî daye zanîn ku pêka standardên cîhanê, bo her hezar kesî dibe herî kêm 4 perestar hebin, lê li Îranê, ew hejmar ji 1ê jî kêmtir e.

Herwisa “Mihemed Mîrzabeygî” bi rexnegirtin ji belavkirina bi nedadperwerî ya vaksena Koronayê got: “Vaksena Korona li Îranê kêm bi dest dikeve lê, ya heyî jî dibe bi dadperwerî bê dabeşkirin, ti hêcetek nîne ku Wezareta Tenduristî ji 100 hezar doz vaksenên Koronayê, bi tenê 45 hezar vaksenan bi Saziya Nizama Pizîşkiyê bide ew di halekê de ye ku, perestarên beşa “Home Care” ku di xaniyên xelkê de xizmetkariyên pizîşkiyê didin welatiyan, dibin bi qurbanî.

Nebûna vaksena bi wec û qasa kêm ya vaksenên heyî, ne bi tenê li ser perestar û kadrên dermanî, belkî li ser hemû xelkê bûye gefeke herî micid.