
Kurdistanmedia: Kedkarên şaredariyên bajarê Îlamê bi sedema vernegirtina heqdestê xwe civînên nerazîbûnê lidar dixînin.
Li gorî raporên belavbûyî, roja Çarşemî 22`ê Reşemeh(13`ê Adar)ê, Kedkarên şaredariyê yên wekî Serable û herwisa Kedkarên şaredariya Tohîd a girêdayî a bajarê Îlamê, bi sedema vernegirtina heqdestê xwe, civînên nerazîbûnê pêk anîn.
Wezîfedarên şaredariyê yên Serable ev sê mehin ku heqdestê xwe vernegirtine û herwisa Kedkarên şaredariya Tohîdê jî heqdestê 5 mehan yên xwe vernegirtine, û her bi vê sebebê jî, Kedkarên van şaredariyan li hemberî avahiya şaredariya bajêr civînên nerazûnê lidar xistin.
Her di ve pêwendiyê de, Hevdem , Kedkarên Koştargaka Nehavendê jî bi sedema vernegirtina heqdestê xwe, û herwisa nebûna ewlehiya kar, li hemberî avahiya parêzgariya wî bajarî kombûn û nerazbûnên xwe anîne ziman.
Vernegirtina heqdestê Kedkar û wezîfedarên şaredarî û navendên coda yên Pîşeyî û … wdh, di demekê de ne ku, rojane nûçeyên gendeliyên berpirsên payebilind yên rejîmê bi hejamrên bilind eşkere dibin, û tu kes yan oraganeke dewletî li hemberî van gendelî û herwisa nerdana heqdestê Kedkaran berpirsyar nînine, û heya niha nerazîbûnên Kedkaran bê bersiv mane.