Bikaranîna madeya hişber ya Tiryakê di nav xelkê de li rêzbenda yekem de ye û madeya Gol jî di rêzbenda duyem de.
Pêka lêkolînên Hewzeya Tûşbûyanya rejîmê, li Îranê bikaranîna madeya hişber a Tiryakê ji madeyên weke “Gol û Şîşe”, hêsantir e û ev bûye sedem da ku ciwan wê madeyê zêdetir ji yên din bikar bînin.
Se`îd Mintezirî Berdevkê Navenda Dijî Madeyên Hişber yê rejîmê, li sala 1398`an di gotûbêja digel Nûçegihaniya “Mêhr” ya girêdayî rejîmê ragihandibû ku, bikaranîna madeyên hişber yên weke Tiryak û Gol di nav ciwanan de gelek berfireh bûye û niha Tiryakê di rêzbenda yekem de ye.
Herwisa pêka rapora nûçegihaniya “Îlma” ya girêdayî rejîmê ya li sala 1400`an, ku îşare bi vê diyardeyê dike û dibêje: Têkliya Giştî ya Saziya Pîzîşkê Yasayî ya rejîmê, amara bikaranînên madeyên hişber di vê salê de bi zêdebûna 15.2 liçav sala derbasbûyî ragihandiye û li sala 1400`an madeyên hişber canê 5 Hezar û 342 kesî jê standiye, lê amarên rast zêdetir ji wan in ku rejîm radigihîne.
Rejîma Îranê bi rêya destûpeywendiyên xwe madeyên hişber di nav ciwanan de belav dike û ciwanan tûşî wê diyardeyê dikin da ku hertim minetdarê dewletê bin û nekarin li hember zilm û nedadperweriyên rejîma gendel serî rakin.