Rejîma Îranê bi pejirandina gelaleya bi navê “Siyanet”ê, dixwaze li hûndrî Îranê dest li ser hemî zaniyariyên bikarhînerên Înternetê de bigire.
Roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê rojnameya “Şeriq”a li Tehranê raporek li derheq gelaleya “Siyanet”ê belav kir ku, bi pejirandina gelaleya “Siyanet”ê, li vir şonda tev zanyariyên derheq peywedniyên bikarhînerên înternetê, ji aliyê dezgehên ewlehiya rejîmê ve dê bên qeyt kirin.
Herwisa di naveroka wê gelalyê de hatiye, xwedîkirin û sûd wergirtina ji derbazgehên sînorî yên înternetê, ji aliyê beşên taybet û ne dewletî ve dê bên qedexe kirin û tev beşên înternetê dê ji beşa leşkerê re bên spartin.
Herwisa rojnameya “Şeriq” di vê rapora xwe de diyar dike, eger ew gelaleya bo “Şêvra Nobedar” bê şandin û ev vê yekê bipejirînin, dê , di ev gelaleya li Îranê de weke yasayek bê nas kirin.
Darêtina bername û sermayedanîna rejîma Îranê bona sînordarkirinên zêdetir a hêla înternetê, di halekê deye ku, “Avahiya Azadî”ya bi navê (Freedm Hous)ê di rapora xwe nû ya derheq sala 2021`an azadiya înternetê di cîhanê de îlan kiriye ku di vê rêzbendê de, welatê Îranê kêmtirîn azadiya înternetê heye û heta li welatên weke Bilarûs,Ozbekistan û Pakistanê jî xerabitre.