Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê bilindbûna nirxa goşt bo sedem ku hêstik werin bazarê

12:14 - 25 Hezîran 2022

Li Îranê ji ber bilindbûna nirxên hewcehiyên xwarinê, û neşiyana xelkê bona kirîna goşt bo nav xwarinên rojane de, hêstik hatin nav bazaran de.

Li firotingehên bajarên Tehranê ji ber bilindbûna nirxên gostê sor û goştê mirîşkan û neşiyana kirîna xelkê, niha li tev wan firotingehan de hêstikan bo firotinê dadinên.

Roja Şemiyê 25`ê Hezîranê hevwelatiyekî xelkê bajarê Tehranê, bi girtina dîmenên firotingeheke vî bajarî diyar kiriye ku, ji ber bilindbûna nirxa goştê sor û goştê mirîşkan, niha xelk bona xweşkirina te`im a xwarinên xwe neçarin hêstkan dikirin.

Di pirana bajarên Îranê de, ji ber bilinddbûna nirxên hewcehiyên jiyanê û nedana heqdestê tex û qatên civakê yên weke, karmend, mamoste, kedkar, malinişîn û … hwd, xelkê her roj derdikevin li ser şeqaman û siloganên li dijî rejîmê diqîrin û nerazîbûnên xwe tînên ziman.