Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê bilindbûna nirxan ya xal bi xal, ji sedî 54 bilind bûye

18:48 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li gorî navenda amarê rêjeya bilindbûna nirxan ya xal bi xal di meha Pûşpera Îsal de digel Pûşpera sala derbasbûyî li Îranê gihîştiye ji sed 54.

Ew amar nîşana wê ye ku malbat bi awayek nîvincî ji sedî 54 zêdetir li Pûşpera sala 1400`an, bo kirîna hin ji kelûpelan û xizmetguzariyên din mezaxte kirine.

Li gor wê amarê, rêjeya bilindbûna nirxan bi danaberhev digel meha berê ya îsal ji sedî 4.6 bûye ku li çav meha berê 4.6 li sedî kêmtir bûye.  

Bilindbûna nirxan mehane bona girûpên sereke yên “xwarin, vexwarin û titûn” û “kelûpel û xizmetguzariyên nexwarnê” bi rêz ji sedî 5.7 û 3.8 bûye.

Herwisa rêjeya bilindbûna nirxên mehane bo wan malbatên ku li bajaran de dijîn ji sedî 4.5 bûye ku liçav meha berê bi rêjeya heft xal kêm kiriye.

Ew rêjeya bo malbatên rûniştiyên gundan 4.8 yekeye bi danaberhev ya meha berê ji sedî 11 kêm kiriye.