Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê bo bidestxistina perê zewacê, çend keç û kur diziyê dikin

13:44 - 17 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Şeş keç û kurên ciwan (genc) li Îranê, bona bidestxistina perê zewaca xwe, dibin endamê bandeke diziya çekdarî.

Serdar Ebas`elî Mihemediyan fermandê Hêza Întizamî ya parêzgeha Elborzê ragehand: Çend rojan berî niha ajotvanekî şikayet li du jin û du keçan kiriye, ku bi çekê gef lê xwarine, û piştre hem tirombêla wî, û hem jî mobayla wî digel xwe birine.  

Piştî vê ku ew band eşkere dibe, ku şeş kes bûne, û têne girtin, derdikeve ku serokê vê bandê pêştir jî, derbazbûyiya karê dizî û çetetiyê hebûye.

Li gora lêkolînan derketiye ku bi sedema nebûna perê zewacê, wan ew riya ji xwe re hilbijartine. Di vê derheqê de yek ji girtiyên keç bixwe bas ji vê dike dema ku wan çi riyek nemaye bona peydakirina perê zewacê, wan hawara xwe biriye ber vê riya xirab ya rêgirî û diziyê.

Bê guman sebebkarê pêkhatina vê rewşê tenê û tenê rejîma Îranê ye ku bi siyasetên xwe yên şaş bûye bellayeke mezin bo civakê. Rejîmek ku zêdetir ji hemû welatên cîhanê bas ji wekhevî û azadî û demokrasiyê dike, bas ji dadperweriyê û mafê mirovan dike, lê zêdetir ji hemû wan welatan tê de dizî û gendelî û newekhevî û bêdadî heye, bi awayekî ku her wek di vê raporê de hatiye û em dibînin, bo bidestxistina perê zewaca xwe hawara dibin ber diziyê û rêgiyê.