
Pêka zaniyariyan di wan çend rojên derbasbûyî de, bi hegera wexwarina Elkola Sen`etî li Îranê sedan kesan canê xwe ji dest dane û hezaran kes jî jehrawî bûne û hatine razandin, Rejîm li wê derheqê de nûçe û zaniyariyan belav nake.
Piştî evê ku dengoya hindê belav bû ku mifah wergirtin ji Elkolê dikare berahîka tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê bigre, gelek kesan dest kirne wexwarina her cure madeyekê ku Elkolî be.
Meşruba elkolî ku di Îranê de qedexeye û gelek kêm destdikeve, lewa pareke ji xelkê hewara xwe birne ber Elkola Sen`etî.
Pêka zaniyariyan bi hegera bikaranîna Elkola sen`etî heya niha Sedan kesan janê xwe ji dest dane.
Xuzistanê 70 kes, Mazenderanê 30 kes, Rojhilatê Kurdistanê pitir ji 10 kesan, Şîrazê 26 kes, Hemedanê 8 kes, Erdebîlê 13 kes, Elborz 20 kes, Sîstan û Belûçistan 8 kes, Tewrêz 9 kes, Tehran 73 kes.
Herwisa tête gotin ku Hezaran ke jî bi hegera wexwarina elkolê nesax ketine û halê wan xirabe.
Tête gotin ku tenê li parêzgeha Xuzistanê, pitir ji 500 kesî bi hegera Elkolê niha kevtine Nexoşxanan.