Li bajarê Tehranê de tevî bilindbûna nirxên dermanan, pirsgirêkên dabînkirina û kirîna dermanan jî hene û li dermanxaneyan de dermanên tewaw nadne nexweşan.
Bi sedema kêmbûna dermanan, bilindbûna nirx û peydanebûna beşeke dermanan, nexweş tevî êşa nexweşiya xwe dibe êşeke din jî bikêşin ku ew nebûna dermanên hewce ye û rejîma Îranê bo wê yekê ku bikare qasekî kêm derman bide nexweşan, derman sehmiyebendî kirine û hin nexweş neçarin careke din bo kirîna dermanan serdana dermanxanekî din jî bikin heya ku bikarin hemî dermanê xwe dabîn bikin.
Serokê nexweşxaneya “Tecrîş”a bajarê Tehranê, “Riza Celîlî Xoşnûd” li derheq bilindbûna nirxa dermanan de gotiye: “Piraniya dermanan û madeyên berhemanîna wan ji derveyî welat têne kirîn û girêdayiyeke tewaw bi perê biyanî hene û nirxa dermanan pêka nirxa erz diguhere û nexweş jî rastî pirsgirêkan hatine”.
Herwisa navbirî li derheq kêmdana dermanan bi nexweşan de got: “Piraniya dermanan her ji sêromeke asayî ve bigre heta dermanên din ên asayî hatine sehmiyebendîkirinê.