Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê dersxwan bona tomarkirina navê xwe li xwendigehan de divê pere bidin

18:59 - 23 Gulan 2022

Cêhgirê Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê “Ehmed Mehmûdzade” roja Duşemî 23`ê Gulanê îlan kir ku: “Bo alîkarîdan bi mezaxtên tomarkirina navê dersxwanan li xwendingehan de, dê wamekê ji dersxwanan re bidin da ku, bikarin mezaxtên tomarkirina navê xwe li xwendingehan de bidin.

 “Ehmed Mehmûdzade” gotiye: “Asta dana wamê bo her dersxwanekî 30 milyon Tumen e û ew pere weke deyîn bi rêya banka “Qerzulhesene” ji malbatên dersxwanan re tê dan”.

Dana wam bona dabînkirina mezaxtên tomarkirina navê dersxwanan li xwendingehan di halekê de ye ku, pêka madeya 30 ya yasaya bingehîna Îranê, erkê dewletê ye ku hewcehiyên perwerde û hînkariyê bo hemû xelkê bi bê beramber heta asta dîplomê dabîn bike.

Di mehên derbasbûyî de jî, mamosteyan li derheq cîbicînekirina tevahiya madeya 30 ya yasaya bingehîn nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

Çavdêr li ser wê baweriyê ne ku, kirîza aborî û kêmasiya berprisên rejîma Îranê di baştirkirina rewşa xerab a niha de, ew neçar kirine ku li ser her zanisteke li dijî yasaya ku bixwe derdixin ji bo qerebûkirina bûdceyên xwe yên mezin bidin.