
Li Îranê bi mirina 43 kesên din, hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 237 kesan û hejmara kesên ku vîrûsa koronayê girtine, gihîşte 7 hezar û 161 kesan.
Ev amara Nîvroya Roja Duşemiyê ji aliyê Berdevkê Wezareta Tenduristiya rejîmê we hate ragihandin.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê de hatibû ragihandin ku Vîrûsa Korona yê li bajarê Qûmê hat tomarkirin.
Rejîma Îranê çi cure tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 negirtine bera xwe û ji bilî hindê jî, berpirsên rejîmê berdewam di cehda weşartina rastiyan dene û di ragihandina amara qurbaniyan de jî direvan dikin.
Di hinek bajar û Parêzgehên Îranê de heya niha jî rejîmê çi amarek jê belav nekiriye.
Parek ji berpirsên rejîmê di cihên cuda cudaye Îranê de, hatine ziman û bi eşkere basê weşartina rastiyan û direvên rejîmê dikin.
Dem bi demê zêdetir mixabin xelkê Îranê dibe qurbaniyê direv û siyaseta çepele wê rejîmê.