Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê îşkencegeran helbestvanek dane ber şelaqan

13:26 - 26 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Li Îranê îşkencegerên rejîma axûndî helbestvanekî bajarê Xoyê bi awayekî hovane dane ber şelaqan.

Li gora kempeyna piştevaniya ji girtiyên siyasî û medenî, roja Yekşemiyê 2`ê Befranbarê hukmê 74 derbên şelaqan ya Mihemed Husên Sodager helbestvan û rexnegirê Azerbaycanî ku pêştir ji aliyê liqa 103 ya dadgeha keyferî ya 2 ya şaristana Xoyê ve bi tohmeta belavkirina derevan hatibû birîn, di dadseraya vî bajarî de hate cîbicîkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragehand: Wî hukmî pêwendiya wê bi dozvekirina (şikayeta) sala derbazbûyî ve hebû, ku serokê şêvra bajarê Xoyê bi navê Mecîd Muqedem gilîname (şikayet) li dijî Mihemed Husên Sodager helbestvan û rexnegirê Azerbaycanî ji dadgehê re şandibû.

Mihemed Husên Sodager helbestvan û rexnegirê Azerbaycanî di mijarekê de gotibû ku wî bawerînameya dukturayê tuneye, û tenê  “master” heye, lê di posterên piropagendeya hilbijartinan de xwe wekî duktura bi nav kiriye.

Berî cîbicîkirina hukmê şelaqlêdana vî helbestvanî, beşa cîbicîkirina hukmên dadgehê pêwendî digel navbirî girtibû, lê navbirî amade nebibûp here dadgehê, lewra wezîfedarên emniyetî êrîşî ser mala wî dikin û wî destbiser dikin û dibin dadseraya Xoyê, û li wir hukmê şelaqlêdana wî cîbicî dikin.

Lêdana şelaqan li vî helbestvanî bûye sedema dijkiryarên tund ji aliyê çalakên Azerî ve.

Çalakên mafê mirovan radigehînin ku ew kiryara hêzên emniyetî şikandina kerameta mirovan û îşkenceyeke hovane ye.