Binav nûnerekî meclîsa rejîma Îranê daye zanîn, ku di hin bajarên Îranê de ji %40 dersxwanan dest ji xwendindinê berdane û berpirsekî rejîmê jî daye zanîn ku ji %90 dersxwanan ku dest ji xwendinê berdidin, rastî yek ji pirsgirêkên civakî wekî tûşbûn bi madên hişber dibin.
Roja Înê 2ê Nîsanê, binav nûnerê mecîsa rejîma Îranê, “Bêhrûz Mohêbbî” daye zanîn, “di hin bajaran de 30 heta ji %40 dersxwanan dest ji xwendinê berdidin”.
Herwisa navbirî da xuya: “Destpêregihîştin bi torên hînkariyê bi tenê di hin deveran de heye û heta pêwendiya telefonî jî di piraniya gundan de nayê girtin”.
Di mehên derbasbûyî de Cihgirê Wezareta Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê, “Rizwan Hekîmzade” dabû zanîn, “89 hezar zarok di pola yekem de beşdar nebûne û navên xwe di dibistanan de tomar nekirine”.
Berê jî rejîma Îranê dabû zanîn, “nêzî 140 hezar dersxwan ji perwerde û hînkariyê bêpar in”, lê hejmra serast ji wê amarê jî gelek zêdetir e.
Pêka amarên rejîma Îranê li derheq destberdan ji xwendinê de, hejmara keçan ji kuran zêdetir e û pêka karnasan û berpirsên rejîmê, girîngtirîn sedema destberdan ji xwendinê, pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên çandî û destpêrenegihîştin bi dibistanan dane zanîn.
Çend mehan berî niha, Sekreterê Stada Lihemberdeketin li dijî madên mişber, “Eskender Mo`iminî” gotibû, “ji %90 a wan dersxwnên ku dest ji xwendinê berdidin, rastî pirsgirêkên civakî yên wekî tûşbûn bi madên hişber dibin”.