Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê ji sedî 80`ê rewşa derbaziya malinişînan di bin hêla hejariyê de ye

11:34 - 1 Şibat 2022

Rewşa derbaziya malnişînan nebaşe û pêka raporên hatinî belavkirin, ji sedî 80`ê malinişîn derbaziya wan di bin hêla hejariyê de ye.

Nesrola Deriyabeygî, Serokê Navenda Malinişînên Kedkariyê yê parêzgeha Mazenderanê, di hevpeyvînekê de daye eşkere kirin ku, eger dewlet bona çareseriyeke bingehîn bo vê pirsgirêkê di hewldanê de nebe û herwisa kutahiyê bi cudahîdanîna dinavbera sandiqa malinişînan de neîne, rewşa derbaziya malnişînan û kirîza di nav Saziya Dabînkirina Civakî de, dê dakeve asta herî nebaş û bêçareser de.

Herwisa navbirî zêde jî kiriye ku, nêzîkî 4 milyon malinşîn  û welatiyên bêdewam di bin sergirtina Saziya Dabînkirina Civakî de hene, û eger vê yekê  zêdey çarçoveya malbatên wan bikin, nêzîkî 10 milyonî dike û dibe ji sedî 80 malbatên malinişînan derbaziya wan di bin hêla hejariyê deye.

Hêjayî beshkirinê ye ku di heyama rojên derbazbûyî de jî, her ji ber rewşa nebaş a derbaziyê, mamosteyên seranserên Îranê dest avêtin bi girevê û di polên dibistan û xwedingehan de amade nebûn, û herwisa hindek xwendekar jî, bona piştgirîkirin ji mamosteyan tevlî vê gireva seranserî bibûn.