Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê li ser torên civakî zarokên sava bi 120 milyon Tumenan difiroşin

16:10 - 17 Şibat 2022

“Dawud Me`ezemî Guderzî” karbidestekî leşkerî yê rejîma Îramê gotiye, piştî lipeyketin û çavedêriya me li ser torên civakî bo me derketiye ku çendîn rûpel li ser torên civakî hene ku karê “kirîn û firotina zarokên sava” dikin.

Wî karbidestê leşkerî yê rejîmê bas ji vê yek jî kiriye ku ew rûpel ji aliyê girûpek 4 kesî ve pêk hatiye û ji vê rêyê ve mijûlê xapandina xelkê ne.

Wî karbidestê rejîma Îranê gotiye ku berê me ew band bi sedemên cuda binçav kiribû, wê band bo her zarokekê sava daxwaza 120 milyon Tumenan kiribû.

Heyamek berî niha Cihgirê Civakî yê Saziya Bêhzîstiya Îranê “Hebîbulla Mesû`dî” bas ji bilindbûna amara firotina zarokên sava kiribû û gotibû ku zarokên sava berê vê ku ji dayîk bibin, têne firotin.

Rewşa dijwar a jiyana malbatan û herwisa tûşbûna dayîk û bavan bi madeyên hişber ji girîngtirîn sedemên firotina zarokên sava têne hesibandin.