Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê nexweşiya Omîkronê berfire dibe

13:05 - 31 Kanûna Paşîn 2022

Li Îranê nexweşiya Omîkironê berfireh dibe, û di bajarên Ehwaz, Meşhed û Tehranê de, serlêdana welatiyan bo nexweşxaneyan zêde bûye û welatiyên nexweş di derbazgehan de çaresiyên pizişkî dibînin.

Di bajarê Ehwazê de, şiyana nexweşxaneyan bona vergirtina nexweşên Omîkronê tijiye û welatiyên tûşbûyî bi vê nexweşiyê di derbazgehan de çareseriyên pizîşkî dibînin.

Herwisa di bajarê Meşhedê de jî, tûşbûyên nexweşiya Koronayê li kontrolê derketiye û vebûna dibistan, xwendingeh û zanîngehan jî, ev pirsgirêk çend hember kiriye.

Pêka  gotinên Mihemmedelî Muhsinî Bendpî, berprisên Wezareta Tendrustî û Stada Berxwedanî li hemberî nexweşiya Koronayê, siyasetên nejîr û aloz hene.

Herwisa wî berprsê rejîmê zêde jî kir ku, rejîma Îranê lihember nexweşiya Koronayê de xwediyê, siyasetek lojîk, zanistî û aqlimendane nînine û ev yek jî, bûye sedem da ku ev nexweşiya di kontrolê derbikeve û berifreh bibe.