Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê nexweşiya Omîkronê berfireh dibe

11:03 - 24 Kanûna Paşîn 2022

Pêka xerîteyan, dubare li bajarên Îranê, nexweşiya “Omîkironê” serîrakiriye û ber bi zêdebûnê ye.

Nûçegihaniya “ÎSNA”ya girêdayî rejîmê di raporeke xwe de ragihandiye ku, li bajarên Îranê de, pêka îlanên bikaranînên berdevkan, di 32 bajaran de rewşa Koronayê li rengê şîn bo rengê zer hatiye guhertin û ev yeka nîşana zêdebûna tûşbûyên Koronayê ye.

Herwisa li bajarê Erdekana girêdayî bajarê Yezdê jî, rewş bi rengê pirtoqaliye û ev tê vê wateyê ku, tûşbûyên Omîkronê zêdebûne.

Herwisa zêdebûna tûşbûyên bi nexweşiya “Koronaya Omîkronê”, metrisiyeke mezine li dijî canê welatiyan û wuha texmîn tê kirin ku pêka rewşa han, dê di seranserê cîhanê de, şîpela şeşê ya vê nexweşiyê destpê bike.

Pêka amarên belavbûyî, tûşbûyên bi nexweşiya “Omîkronê” ên  di seranserê cîhanê de ku derziya Koronayê jî lêdane, ji tûşbûyên bi nexweşiya Dêltayê zêdetir in, û eva meştrsiyek micide lidijî canê xelkê.

di vê demsala sar a zivistanê de, ji ber barîna berfê û sirr û seqemê, rê, av, gaz û elekterîka piraniya bajarên Îranê qut bûne û berprisên rejîmê ên pêwendîdar jî, heta niha bona çareserkirin û pêragihîştina  derheq welatiyan de, ti pêngavek neavêtine, di vê rewşa wuha de, ev nexweşiya jî bûye metrsiyek mezin li djî can û jiyana welatiyan.