Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê nirxên mêweyan roj li pey rojê bilindtir dibin

13:01 - 22 Gulan 2022

Nirxên mêwe û piraniya hewcehiyên rojane yên xelkê roj li pey rojê  bilindtir dibin, ev bilindbûna nirxan bi şêwazekî ye ku bo xelkê xwarina piraniya mêweyan bûye bi daxwaz.

Niha kirîna mêweyan bi qasekî gelek kêm ji 100 hezar Tumenî kêmtir nîne, lewma xelkê ku dahatek kêm hene neçar in mêwe bi heb bikirin.

Piraniya welatiyan li hember bilindbûna nirxên tev hewcehiyên jiyana rojane ya xwe de gazinde ne û dibêjin roj nîne ku nirxên hewcehiyan bilind nebin.

Di rojên derbasbûyî de, xelkê piraniya bajar û parêzgehên Îranê, bi sedema bilindbûna nirxên hewcehiyên rojane yên jiyana xwe yên wekî “rûn, hêk û mirîşkan” û giraniya ji ast derkevtî, hatine li ser şeqaman û çendîn rojan xwenîşandanên nerazîbûnê lidar xistin.