Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê rojane zêdetir ji hezar haletên berhavêtina cenînan(fetûs) tên tomarkirin

12:44 - 27 Gulan 2022

li gorî amarên berhavêtina cinînan(fetûs) li Îranê bi awayên yasayî gelek zêde bûye û rojane zêdetir ji hezar halet tên tomarkirin.

Pêka belgeyên fermî yên Wezareta Tendrûstiya rejîma Îranê, ji sala 1396`an ve heta niha li Îranê, amarên berhavêtina cenînan gelek zêde bûye û rojane zêdetir ji hezar haletên berhavêtina cenîanan(fetûs) tên tomarkirin.

Herwisa hatiye belavkirin ku, ji sedî 93 ji wan cenînên(fetûs) ku tên berhavêtin yên peywendiyên rewa ne lê, bi awayek neyasayî û di navendên dermanî yên şexsî de tên encam dan, çimkî di yasaya rejîma Îranê de berhavêtina cenînê karek qedexe û neyasayî ye.

Sedema sereke ya zêde bûna amarên berhavêtina cenînê(fetûs) di Îranê vedigere bo ser rejîma Îranê ku, di wan çend salên derbasbûyî de siyaseta zêdekirina heşîmetê di nav Îranê de belav dike û ji xelkê dixwaz dike ku rêjeya jidayîkbûnê zêde bikin lê, bi sedema rewşa xerab ya aborî û jiyanê di Îranê de, malbatan şiyana xwedî kirin û dabînkirina hewcehiyên zarokan nîne û ev yek wisa dike ku amara berhavêtinên cenînan zêde bibe.