Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li Îranê ti parêzgehek di rewşa “Sipî” ya Koronayê de nine

13:02 - 17 Gulan 2020

belavbûn û tûştûn bi vîrûsa Koronayê di hemû parêzgehên Îranê de heye û ti parêzgehek di rewşa Sipî nine.

Roja Şemî, 16`ê Gulanê, Berpirsê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya parêzgeha Urmiyê, “Cewad Aqazadê”, ragihand ku, rewşa tûşbûn bi vîrûsa koronayê û herwisa belavbûna wê vîrûsê di hemî bajarên wê parêzgehê de berdewame û ti bajarek di rewşa “Sipî” a Koronayê de, nine.

Herwisa, navbirî bas ji tûşbûna 72 kesan kir ku di 15`ê Gulanê de, li parêzgeha Urmiyê rastî vê nexweşiyê hatine û got ku 9 kes ji wan di nexweşxaneyê de hatine razandinê.

Berpirsên rejîma Îranê bo veşartina kêmasî û neşiyana xwe di rêvebirina welat de, bi çewtekarî bas ji rewşa “Sipi” ya hindek ji bajaran dikin ku xelk bikare hewceyiyên xwe dabîn bike, ji ber wê yekê ku rejîma Îrane nekariye bersivderê rewşa welat be û hatina Korona yê da îsbatkirin ku vê rejîmê şiyana îdara welat çinîne û tenê dixwaze bi tepeserî û destê zorê xwe bisepîne.

Tevî belavbûna vîrûsa Koronayê li ser astê Îranê ku ber bi zêdebûnê ve diçe, xwendingehên seranserê Îranê li roja Şemî, 16`ê gulanê, vebûn, lê hejmareke kên ji xwendewanan di anva xwendingehan de amade bûn.