
Kurdistanmedia: Xeta hejarî û destengiyê ya tewaw di Îranê de, roj bi rojê bilind dibe, û niha ji %25 zêde bûye.
Li gora rapora Navenda Lêkolînên Meclisê xeta destengiyê ya tewaw di havîna sala 1397`an de, li çav havîna sala borî ji %25 zêde kiriye.
Di vê raporê de, tevî îşarekirina bi enfilasiyonê (teweromê, helawsanê) bi taybet zêdebûna nirxa madeyên xûrekî, hatiye pêşbînîkirin, ku xeta destengiyê, îsal zêdetir jî vegeşe.
Malpera nûçeyan ya “Intixab” di beşeke vê rapora xwe de ragehandiye: “Xeta hejariyê li Tehranê, tenê di havîna sala 1397`an de, li çav buharê, nêzî 300 hezar Tûmenî bo her malbateke çar kesî zêde bûye, ku ew mijar dikare nîşanderê ketina xelkekî zêdetir li bin xeta destengiyê, di salên bê de be”.
Navenda lêkolînên meclisê siyasetên dewletê derheq zêdekirina aliyê kêm ê heqdestê kedkaran, bêarmanc da zanîn, û ragehand, zêdekirina heqdestê kedkaran jî, di navçeyên ku xeta destengiyê ya wan kêmtir e, renge bibe sedema vê ku xwedîkar bikeve bin zexta zêdetir, û naçar bimîne kedkaran li ser kar derxe, û ew yek wê encameke berevajî hebe, û wê destengiyê zêdetir bike.