Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê zarok di xîvetan de dersê dixwînin

11:46 - 18 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Li Xûzistanê bi hezaran dersxwan di nava xîvetan de dersê dixwînin.

Li gora rapora nûçegihaniya “HRANA” zêdetir ji 15 hezar dersxwanên eşayirî ên Xûzistanê di 140  xwendingehên bi xîvetan çêkirî de dersê dixwînin. Herweha 95 ji wan jî bi kanêksan hatine çêkirin.

Xwendina di vê rewşa dijwar de, ew jî li herêmên dûrdest û asê de, bûye sedema vê ku çavên xelkê wir li ser kesên xêrxwaz be ku ji wan re xwendingehan çê bikin, jiber ku ew ji berpirsên hikûmetî êdî bêhêvî bûne.  

Hemîd Qenberî serokê Perwerdeya Eşayirî ya Xûzistanê jî di vê derheqê de ragehandiye ku 600 xwendingehên eşayirî di vê herêmê de hene, ku 80 ji wan her du danê rojê vekirî ne. Herweha 140 xwendingeh jî me hene ku bi xîvetan hatine çêkirin, û 95 ji wan jî kanêks in. Hejmarek ji xwendingehan jî mixabin metirsîdar in, jiber ku bi keviran hatine çêkirin û kevn in, û renge hiloşin.

Qenberî di ciyê vê de ku rejîmê rexne bike, bas ji xêrxwazan dike û derheq hevkariya xêrxwazan ragehandiye: “Dema ku bas ji Xûzistanê tê kirin, hemû wekî parêzgeheke pirneft û pirgaz û dewlemend nas dikin, lê rastî tişteke din e. Her ew fikirkirin dibe sedem ku xêrxwaz guh nedin wê herêmê.