Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hêzên hevpeymanan di îraqê de kevtne ber êrîşê

11:44 - 5 Kanûna Paşîn 2021

Hêzên girêdayê rejîma Îranê, di Îraqê de êrîş kirine ser karvaneke hêzên hevpeymanan ku ew êrîş bi awayê danîna bombê bûye.

Roja Dûşemî, 4ê kanûna Paşîn, televîzyona “Elşerqiye” a Îraqê ragihand ku karvaneke alavên hevpeymanan bi fermandehiya Amerîka li devera “El-Decîl” a girêdayê parêzgeha “Selahedîn” rastî teqîna bomba li ser rê hatine. Ji hebûn an nebûna xisarên canî û malî ti zaniyariyek berdest nîne.

Girûpa “Qasim el-Cebbarîn” ew êrîşe kêşaye stuyê xwe, ew girûpa nû a terorîstî digel “Ketaîb Hizbullah, Esaîb Ehlê El-Heq û hêzên Ebulfezlêl Ebbas”, girûpên girêdayê û ser bi rejîma Îranê ne û bi berdewamî êrîş li ser berjewendiyên Amerîkayê dikin.

Rejîma Îranê ku rasterast cur`et û şiyana rûbirûbûn digel serbazên Amerîkayê nîne, bi rêya wan girûpan re hewlê dide ku bi wî awayî givaşê li ser hêzên hevpeymanan bi fermandehiya Amerîkayê bîne.

Hewcehî û daxwazên wan hêzên girêdayê rejîma Îranê bi tewawî ji aliyê rejîma Îranê ve têne dabinkirin, bi awayekî bi pere bo rejîma Îranê kar dikin û di hember de biryarên rejîma Îranê heta astekî di Îraqê de cî bi cî dikin.