Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îraqê jî xwenîşandan berdewam in

12:20 - 18 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Li Bexda û bajarên din ên Îraqê xwenîşandan berdewam dikin û îro jî alozî û tundûtîjî di navbera xwenîşander û hêzên emnî yên wî welatî de derketin.

Li gor zanyariyan di encama wan aloziyan de ku hêzên emnî bi gaza rondikrêj, bombeyên dengî û gulleyan cehd dikirin ku, xwenîşanderan belavbikin. di encamê de, 4 kes hatin kuştin û zêdetir ji 35 jî birîndar bûn.

Siloganên xelkê Îraqê li herderî bi dijî rejîma Îranê têne bihîstin.

Xwenîşanderên Îraqê tevî domandina xwenîşandan û nerizayetiyên xwe, di silogan û peyamên xwe de, piştevaniya xwe ji xwenîşandanên xelkê Îranê jî didine xuyakirin.

Xelkê Îraqê her di destpêka xwenîşandanên xwe de ragihandin ku, sebebkarê sereke yê rojreşiya wan jî, her rejîma Îranê ye. Lewma ew dixwazin ku destê Îranê di Îraqê de kurt bikin

Her lewma xwenîşanderên Îraqê, keyfxweşiya xwe dane eyanê ku, xelkê Îranê bi dijî vê rejîma terorîst rabûne ser xwe.