Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li kargeha pola li parêzgeha Kirmanê de teqîn û agipêketin qewimîn

12:11 - 6 Hezîran 2021

Kargeha Pola li bajarê Zerend li parêzgeha Kirmanê rastî çendîn teqînên bi hêz û agirpêketineke berfireh hat ku xisareke zêde bi kargeh û derdora wê ketiye.

Roj Yekşemî 6ê Hezîranê, li demjimêrên sibêdehê de çend teqînên bihêz û agirpêketineke berfireh li kargeha Pola a “Zerend” li parêzgeha Kirmanê qewimîn û ragihandinên navxweyî yên Îranê dane zanîn ku li dema agirpêketine de çendîn teqînên bihêz li wê kargeha Pola de qewimîne.

Fermandarê bajarê “Zerend”ê, “Elî Sadiqzade” teqînên li wê kargehê de red kir û got: “Bi sedema serrêjbûna pola, ew agirpêketin qewimiye û ti xisareke canî tinîne û agir hatiye temirandin lê xisarên madî bi kargeh û derdora wê ketine.

Kargeha Pola a Zerendê, li ser erdeke 376 hiktarî hatiye avakirin û bi qasî 7 kîlometran li bajarê Zerendê  dûr e.

Kargeha Pola a Zerendê salek berî niha dest bikarê berhemanînê kiribû lê di demên dawî yên Serkomariya “Donald Trump” de kevtibû nav lîstê dorpêçan.

Heyameke zêde ye ku teqînên bi hêz û agirpêketinên bergireh li Îranê de diqewimin û berpirsên rejîma Îranê hewla perdepoşkirina sedemên wan teqîn û agirpêketinan didin û rengehiya wê yekê heye ku ew teqîn û agirpêketin li kargeha Pola a Zerendê jî, bi zanebûn û ji aliyê kes an welatên wekî Îsraîlê ve hatibe kirin û Îsraîlê berê ragihandibû ku me derz li hundirê dilê rejîma Îranê kiriye.