
Kurdistanmedia: Hejmarek ji karmendên nexweşxaneya Xomêynî ya Kerecê cardin dest bi girevê kirin.
Roja Yekşemiyê 22`ê Rezberê cardin derheq rewşa xirab ya aborî û bersivnedana bi daxwaziyên wan, karmendên nexweşxaneya Xomêynî ya Kerecê dest bi girevê kirin.
Wan berî niha jî bo heyama hefteyekê li pêşberî avahiya nexweşxaneyê dest bi neazîbûna xwe kiribûn.
Nûçegihaniya dewletî ya Kar ya Îranê ragehandiye ku hejmara neraziyan nêzî 250 kesî dibe. Nerazî dibêjin ku xwediyên vê nexweşxaneyê (Saziya Hemyarî ya şaredariyên Elborz, Parêzgeha Elborz û Binyada Şehîd) dixwazin ku wisa nîşan bidin ku ew nexweşxane mayepûç bûye, û wê nexweşxaneyê bidin beşa taybet.
Qasim Tahirî cihgirê serokê Şêvra Îslamî ya karmendên nexweşxaneya Xomêynî ragehandiye ku, heta niha jî qewlên berpirsan derheq dana heqdestê sê mehan nehatiye cîbicîkirin, û tenê heqdestê du mehan dane wan. Karmendên nexweşxaneya Xomêynî pêştir ragehandibûn ku heqdestê wan yê 11 mehan nedane wan.
Endameke şêvra bajar ya Kerecê bi navê Xedîr Mêhdewiyê Kelîşmî ragehandibû ku 500 kes di beşên curbicur ên vê nexweşxaneyê de kar dikin, ku hinek ji wan neçar in ku bona derbazkirina jiyana xwe gurçikên xwe jî bifiroşin.
Her di vê derheqê de roja borî jî me dît ku mamostayan dest bi girevê kirin, û daxwaza mafên xwe yê rewa kirin. Mamostayên welat heta niha jî yek ji wan texên herî zulmlêkirî di welat de ne, ku serbarê pîroziya karê wan û zehmetiyên wan, lê berdewam heqê wan tê xwarin, û bi mehan heqdestê wan nahê dayîn, û di dema destkirina bi meşên nerazîbûnê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê û hêzên îtila`atî ve, bi hêcetên wekî têkdana tenahiya neteweyî û hebûna pêwendiya digel neyarên hikûmetê têne girtin û rastî lêdan û îşkence û girtinê tên. Mamostayan pêdagirî kirine ku ew dev ji daxwazên xwe yên rewa hilnagirin û dibe berpirsên rejîmê bersiva daxwazên wan bidin.
Xanenişînan jî wekî nerazîbûn bi rewşa heyî, daxwaza gireveke sertaserî kirine, û li ser heman daxwazan pêdagirî kirine ku daxwazên mamostayan in.