Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kirmaşanê her nîv demjimêr zarokek bi sedema Koronayê tê razandin

12:58 - 23 Hezîran 2021

Li bajarê Kirmaşanê bi sedema vîrûsa Koronayê li her nîv demjimêrî, zarokeke tûşbûyî bi Koronayê di nexweşxaneyê de tê razandin.

Roja Çarşemî 2`ê Pûşperê, berpirsa nexweşxaneya “Mihemed  Kirmaşanî” a taybet bi  zarokan li Kirmaşanê “Ferîba Weysî” gotiye: “li roja Sêşemiyê ve di her nîv demjimêrekê de zarokeke tûşbûyî bi vîrûsa Koranayê di nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê de tê razandin û hejmara zarokên tûşbûyî bi koronayê zêde dibe”.

Herwisa navbirî tekez kir ku ji %6 a nexweşên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê di parêzgeha Kirmaşanê de zarok in û niha 20 zarok di beşa Koronayê de ne û 5 zorok jî di beşa taybet a wê nexweşxaneyê de hatine razandin.

Li gor amarên rejîma Îranê, 3 milyon û 117 hezar û 336 kes tûşî vîrûsa Koronayê bûne û 2 milyon û 771 hezar û 705 kes ji wan nexweşan baş bûne û 83 hezar û 217 kesan canê xwe ji dest dane.

Amara serast a Koronayê gelek ji amarên ku rejîma Îranê belav dike, zêdetir e.