Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê çalakiyên teblîxî bi rê ve çûn

17:29 - 30 Adar 2019

Kurdistanmedia: Têkoşerên Demokrat, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê, bi boneya 10`ê Xakelêwyeyê, roja Şehîdên Kurdistanê, çalakiyên teblîxî lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gehîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, qehremanên Demokrat li bajarê Merîwanê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, roja Şehîdên Kurdistanê, li cihên wekî: Şeqamê Leyîlaxiyan, û hemû şeqamên kêlega mizgevt, sêriyana Bêhzîstî, nêzîkî mizgevta Çaryarnebî, derdora Mizgevta Hejare û pişt şeqamê Dixtor Qasimlo, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Di van çalakiyane de, têkoşerên Demokrat bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Silav ji bo malbatên şehîdan, şehîd namire wekî Çiyaye, silav li şehîdên Kurdistanê, silav li Pêşewayê Kurdan, 10`ê Xakelêweyê roja Şehîdên Kurdistanê, û şehîd bejna vê bilinde bi qasî mezinahiya Kurdistanê, peymana xwe digel rêbaza şehîdan nûkirin.

Li bajarê “Mehabad”ê, dirêjederên rêya azadiyê li cihên wekî: “Baxê Mikayîl, Felekeya Mengûra, Hotêla Kuhêstan, tirakit û posterên taybet bi roja şehîdan belav kirin.

Li bajarê “Şinoyê” ji bo rêzgirtin ji armancênş Kurdistanê, têkoşerên Demokrat, serdana gora şehîdan kirin, û golên sor li ser mezarê şehîd “Omer Dostî, û şehîd Bazîd , kurê  hecî Hesen alîawê” danîn, û peymana xwe di gel armancên wan nû kirin, herwisa li Mîrabadê girêdayî bajarê Şinoyê û damdaran, bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi vê rojê çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li Tehranê jî, qehremanên Demokrat bi boneya 10`ê Xakelêweyê, roja şehîdên Kurdistanê, li “Hesarek” çalakiyên teblîxî birêve birin, û bi dirûşmaên wekî: Şehîd namire wekî baweriya Pêşmerge, Rasan berdewame, Şehîd nîşaneya manêye, û herwisa belavkirina tirakt û postêran, salroja bîranîna şehîdan bilind ragirtin.

Li bajarê Seqiza pêşmergeperwer û pêşmergeyên bajar, bi boneya 10`ê Xakelêwe, soz dan ku heya bedestveanîna armancên “Pêşewa Qazî Mihemed” xebata xwe berdewamdikin, û li gef û givaşên rejîmê natirsin.

li bajarê Bokanê jî, pêşmergeyên bajar, bi daligandina loqoya PDKÎ, peymana xwe di gel rêbaza şehîdan nûkirin.

Herwisa li bajarê Pawe, bi boneya roja şehîdên Kurdistanê, tevî peyman nûkirin di gel malbatên serbilind yên şehîdan, sirûda şoreşgerî a “Hoyî Kakê Pêşmerge” belavkirin.

Li bajarê Bokan, pêşmergeyên bajar, li roja 10`ê Xakelêweyê, serdana malbatên şehîdankirin, û peyama PDKÎ ji wan re gihandin, û di vê çalakiyê de, li Mîrawî a girêdayî bajarê Bokanê, jiyanameya şehîdan pêşkêş bi malbatên şehîdan kirin, û hevdem deste goleke emeknasiyê li ser tirba şehîd “Servan Efşîn” danîn.

Li bajarê Neqede jî, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, li Memeliyan û Xelîfliyan, riya Xelîfliyan û sê rêya Mihemedyar, bi daliqandina alaya Kurdistanê, tirakit û postêrên taybet bi vê rojê, rêz li roja şehîdan girtin.

Li bajarê Sine ya xwinayî, xebatkarên Demokrat, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û cemedanî, siloganên wekî: “Şehîd remza manêye, şehîd xetîrdarên  riya xebatkaran û şehîd namire weke bawera pêşmergeye”, peymana xwe di gel rêbaza şehîdan nû kirin, hevdem xebatkarên Demokrat li bajarê Sine, di peyameke  deng de belavkirine, em endam û hogirên PDKÎ, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, digel malbatên serbilind yên şehîdan, peyman nû dikin, û soz didin heya dawî dilopa xwîna xwe, em emegnasê rêbaza şehîdan dibin.

Li bajarê Xorasana hertim Kurdistan, li bajarê “Bucnûrd” a girêdayî parêzgeha Xorasana bakûr, xebatkarên Demokrat, di peyamekê de, peyama emegnasiya xwe di gel rêbaza şehîdan nû kirin.

Li bajarê Mehabadê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, kincên Kurdî li zarokên xwe kirin, û peymana xwe nû kirin ku, nevî li pey nevî, rêbaza şehîdan berdewam dikin.