Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistana Rojhilat çalakiyên tebilîxî hatin lidarxistin

17:33 - 5 Adar 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ li bajarê Seqizê, bi boneya piştevanîkirin li “Hêza Pêşmerge û Rasanê”, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Roja Duşemî 13`ê Reşemeh(4`ê Adar)`ê, Endam û alîgêrên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li kolana Tazawa ya bajarê Seqizê, çalakiyên teblîxî bo piştevanîkirin li Hêza Pêşmergê Kurdistan, û xebata nû ya PDKÎ (Rasan) lidarxistin.

Endamên Hizbê di wî  bajarî de, bi nivîsîna siloganên wekî, “serkevtin bo Rasan û bijî Hêza Pêşmergê Kurdistan”, li ser dîvarên kolana Tazaway çalakiyên tebilîxî encam dan.

Her di vê derheqê de, roja 6`ê Reşemehê, endam û alîgêrên PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê, bo piştevanîkirin û nûkirina pêymanê digel pêşmerge, û rêbaza hizb û şehîdên Kurdistanê çalakiyên tebilîxî birê ve birin.

Herwisa çalakvanên siyasî û endamên Hizbê, li gundê “Bêrane” a girêdayî bajarê Serdeştê, bo piştevanîkirin li pêşmerge, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.