Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin

13:00 - 9 Tebax 2021

Bi hilkefta 25`ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ, Endam û alîgirên Hizbê li bajarên Bokan, Pawe û Pîranşarê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Xortên hertimî amade li bajarê Bokanê bi belavkirina “logoya Hizbê û Hêza Pêşmergê Kurdistanê û herwisa trakt û poster”ên taybet bi 25`ê Gelawêjê, careke din digel PDKÎ û rêbaza şehîdên Kurdistanê peyman nû kirin.

Ew cihên ku çalakî tê de bi rê ve çûne pêk hatine ji: “Pasajên bajar û îdareyên rejîmê, pasaja bajarvanî û bajarvaniya Bokanê, odeyên şêwreya bajar, fermandarî, yarîgeha fotbal û gundê mîravê”.

Herwisa li bajarê Pawê, endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 25`ê Gelawêjê li parka “Ferhengiyan” li tenişt mizgevta “Selahedîn Eyûbî” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Hevdem li Pîranşehrê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê li gundê “Dirbike, Berdeqel, Kellekîn, Girdesûr, Şinozeng, Zengiyavê, Sêllwê, Bindrê, Girkişane, Endêzî, Kundrê, Beleban û Girdî Kawilan” çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn.