
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li çend gund û bajarên Kurdistanê, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, li çend deverên din yên Kurdistanê bi boneya Newroz û herwisa rêzgirtin li salroja Şehîdên Kurdistanê çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Cemedanî bi ser yên bajarê Şinoyî, bi belavkirina noql û şîrînî, tirakit û postêrên taybet bi Newrozê, ku siloganên wekî, “sala nû a we pîroz be, sala nû şoreşeke nû ye” ev roj pîrozkirin, û ev cihên ku çalakiyên tebilîxî hatine lidarxistin wiha ne: Gundên wekî ”Xaltavî, Qiznavî, Nizêve, Qiroşavî û herwisa li beşek li bajar jî çalakiyên tebilîxî encam dan.
Herwisa şoreşgerên Demokratê li gundê Xurasana girêdayî devera Gerûsê bi boneya roja 10`ê Xakelêweyê çalakiyên tebilîxî birêvebirin, û her bi vê boneyê jî alaya pîroz a Kurdistanê wir hildabûn.
Her di vê pêwendiyê de, pêşmergeyên Bajar li Serdoş a cihê berxwedanê jî, Neweroz pîrozkirin, û peymana xwe digel pêşmergeyan nûkirin, û ragehandin ku bi desteserkirina ciwanan, em dev ji xebat û têkoşînê bernadin, û herwisa digel rêbaza tijî li bilindî a şehîdên Kurdistanê peymana xwe nûkirin.