Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê çalakiyên tebilîxî yên bi boneya Newrozê berdewamin

10:53 - 20 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi boneya hatina sersala nû û weşana “Tishktv”yê, endam û alîgirên PDKÎ, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

 Li gorî raporên belavbûyî, bi boneya hatina Newroz û sersala nû û weşana kanala “Tishktv”yê,  endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Serdeştê, di cihên coda yên bajar de, bi hildana alaya Kurdistanê çalakiyên tebilîxî lidarxistin.

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Serdeştê bi hildana alaya pîroza a Kurdistanê li ser derî û bane avahiyan û nivîsîna siloganên taybet bi PDKÎ û Rasanê,  li cihên coda yên bajar, çalakiyên tebilîxî lidarxistin.

Endam û  alîgirên PDKÎ bi nivîsîna navê“Tishktv”yê, li ser alaya Kurdistanê û hildana alaya pîroz a Kurdistanê, pîrozbahî û emegnasiya xwe bi hizb û gel nîşan dan.

Bi boneya weşana kanala “Tishktv” û Newroz û sersala nû çalakiyên tebilîxî li bajarên coda yên Kurdistanê, berdewam in.