Kurdistanmedai: Xelkê Kurdistanê bo gihandina alîkariyan bo xelkê lehî berketî yên parêzgehên wekî Luristan û Îlamê, bi awayekî berdewam hewla komkirina alîkariyan bo xelkê lê qewmî didin.
Li gorî rapora Nûçegihaniya malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê bajarê Selasa Bawecanî bi awayekî xwebeş û tevî rewşa dijwar a jiyana xwe, li hemû bajarok û gundên wî bajarî, bi awayekî berdewam hewla komkirina alîkariyan bo xelkê lehî lêdayî yên Luristan û Îlamê didin.
Li gorî vê kurte vîdyoyê ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê bajaroka “Temerxan” a girêdayî bajarê Selasa Bawecanî xelkê ”Eşîra Alî”, û gundên wekî “Meydan Nemek, Bêyoçanê” bi awayekî xwebexş, hewla komkirina alîkariyan bo xelkê lehî lêdayî yên Lursitan û Îlamê didin.
Her di vê derheqê de, komkirina alîkariyan bi awayekî çoş, ji aliyê xelkê û bi bê destêverdanên tu îdareyeke dewletê yên wekî “Heyva Sor” û Spaha Pasdaran û … hwd tên encam dan.
Herwisa li bajarê Bokanê bi lidarxistina kempêyna bi navê “Zagros çavnihêrê me” ji aliyê saziyên medenî yên di vî bajarî de, hewla komkirina alîkariyan bo xelkê lehî lêdayî yên vê dawiyê li Luristan û Îlamê dane.
Piştî rabûna lehiyê û bin av bûna mal û halê xelkê lehî lêdayî, li Îran û Kurdistanê bi taybet li du parêzgehên Luristan û Îlamê, xelkê hemû gund û bajarên Kurdsitanê heya Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî, bi hawara xelkê lehî lêdayî çûn, û alîkarî û hewcehiyên jiyanê kom dikin.