Pêka amara tomarkirî li navenda Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di meha Banemera 1401an a Rojî de, bi giştî 29 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.
Amara hatî tomarkirin wiha ye:
Hatinî kuştin: 2 kolber
Birîndar: 27 kolber
Şêweya kuştin û birîndarkirina kolberan jî wiha ye:
Teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê: 21 halet
Berbûn ji bilindahiyan ve: 7 halet
Sekînandina dil di dema kolberiyê de: 1 halet
Li meha Banemera 1401`an a Rojî, li ser sînorê Newsûdî 26 kolber hatine birîndarkirin û kolberek hatiye kuştin. Li sînorê Şinoyê kolberek hatiye kuştin û li ser sînorê Baneyê kolberek birîndar bûye.
Pêka amara “Kurdpa”yê li sala 1400`an a Rojî, bi giştî 225 kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.
Ji vê amarê 46 kolber bi gulleyên hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin û 180 kolber jî hatine birîndarkirin û 2 kolber jî di nav berf û bagerê de wunda bûne.