Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Mehabadê bo Dîlana Azadiyî bangeşe hate kirin

17:15 - 19 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi boneya hatina Newroza Kurdevarî, endam û alîgirên Demokrat, li bajarê Mehabadê, bo Dîlana Azadiyî a Newroza îsal, bangeşeyek belavkirin.

Roja Duşemî 27`ê Reşemehê, endamê PDKÎ, li bajarê Mehabadê, bi encamdana kar û çalakiyên berfireh yên tenbilîxî, xelkê bo cih û dema birêveçûna Dîlana Azadiyê, bi boneya hatina sala nû agehdar kirin.

 Çalakî bi awayekî berfireh di van cihan de, hatine lidarxsitin.

Cezîre “cihê birêveçûna rêûresmên newrozê”, destpêka Taqedar, şeqama Perestar, Hevşa Nexweşxaneyê, Felekeya Post, çar rêya Mewlevî, Berê Şîlanan, Meydançeya Hesenzade, şeqama Mukriyan, zeviyên şaredariyê, Kervîşke, Fecir, şeqama Tepe ya Qazî.

Xelkê bajarên Kurdistanê, bo birêvebirina rêûresmên newrozê, bi birêvebirina “Dîlana Azadiyî”, di hemû bajarên Kurdistanê de, çalakiyên berfireh yên tebilîxî lidarxistin, û ku di çend cihan de jî, rêûresmên newrozê bi awayekî kurdevarî hatine lidarxistin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên borî de, tevî vê ku saziya Spaha Pasdaran a Terorîst,  a rejîma Îslamî a Îranê, ku gef ji xelk dixwer, ku nabe newrozê birêve bibin,  xelkê Kurdistanê “Neyeke” qahîm gotine dezgehên serkutkar yên rejîmê.

Di vê rêûresimê de, tiraktên taybet bi PDKÎ, postêrên Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi nivîsîna silogan bo televîzyona Tishktv û Rasanê, pîrozkirina sala nû, hildana alaya pîroz a Kurdistanê, li Daregirdeleya Îlmabad, û herwisa şîrînî bi boneya weşana “Tishk tv”  belavkirin.

Hevdem piştî civîna Terexe ya girêdayî bajarê Bokanê, hevwelatiyên gundê “Satiyarî” jî, bi gotina ”neyeke “ qahîm bersiva dezgehên serkutkar yên rejîmê dane.