Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Mihabad û Bokanê, sê Kurd hatin binçav kirin

20:33 - 24 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamî a Îranê, li bajarên Bokanê 2 kes û Mihabadê wênegirek girtin.
Ajansa nûçegihanî ya Kurdpa bilavkiriye, di bervara 4’ê Hezîran a 2014’an de du hemwelatiyên Kurd bi navên Husên Xizirpûr û Kamîl Feqî Ehmedî” xelkê gundê Qeregol a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Ewlekar ên rejîma Îslamî a Îranê ve hatine binçav kirin.

Di raportê de hatiye ku ew du kese paş girtinê, bo ciheke nediyar hatine veguhastin û heta bilav bûna vê nûçê tu agahiyek ji çarenivîsan wan ji ber dest nine.

Ji aliyek din ve jî kempêna berevanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kiriye, Seyîwan Husênpûr wênegir, karîkatorîst û mamostayê huner li xwendengehên Mihabadê, di roja Duşemî bervara 23’ê Hezîran a 2014’an de, ji aliyê hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamî a Îranê ve di mala xwe de girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.

Kempêna han bi gotina yek ji çavkaniyên hayîdar bilav kiriye, hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê serbarê lêgerîna mala wî, alavên takekesî, destnivîsîn, kampiyoter û pişkek ji asewarên hunerî yên navbirî dest bi ser de girtin e.
Seyîwan Husênpûr hunermedekî Kurd e ku heta niha deha pêşangehên wêne û karîkatorî di asta Îran û cîhanê de bi rêve biriye.