
Endam û alîgirên PDKÎ li Mihabad û Sineyê bo piştevanîkirin li Partiya Demokrat û pîrozkirina 25ê Gelawêjê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Têkoşerên Demokrat bi hilkefta 25ê Gelawêjê di 76emîn salvegera avakirina PDKÎyê de li cihên wekî “Şiwêşe û devera Kelaterzan” a girêdayê bajarê Sineyê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Cihên ku ciwanên Demokrat çalakiyên teblîxî lidar xistine ew in: “nav bajarê Şiwêşe, parka zarokên Şiwêşe, Bulvara Dr. Qasimlo, derdora bexşdariya Kelaterzanê, şeqama Awiyer, rêya Şiwêşe bo Merîwan û Sineyê û herwisa gundên “Reşneş, Taz ava, Dadaneya Kemanger” û rêya Şiwêşe bo Nigilê”.
Endam û alîgirên PDKÎ di bajarê Mihabadê de li gundên derdora wî bajarî û herwisa li nav bajarê Mihabadê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Ciwanên Demokrat li nav bajarê Mihabadê di cihên wekî “Nexweşxane, Meydana Sa`et, tevahiya tax û kolanên Baxê Şayiganê, Pompa benzîna Baxê Şayîgan”ê bi awayeke berfireh çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Di doma çalakiyên teblîxî de, ciwanên Demokrat li Mihabadê di gundên “Qûlesen û Befrewan”ê tevî pîrozkirina 25ê Gelawêjê, bi awyekî berfireh çalakiyên teblîxî di wan gundan de lidar xistin.
Herwisa gef ji caş û bi kirêgirtiyan xwarin ku dest ji xiyanet bi netewa xwe berdin.
Piştî wan çalakiyên berfireh, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatibûne nav wan gundan, lê endamên PDKÎ ew cih bi cî hiştibûn.