Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Mihabadê û li şeve Yeldayê de rejîm di haletê amadebaşiyê de bû

12:27 - 21 Kanûna pêşîn 2020

Şeva Yelda ku şeva jidayîkbûna rêberê navdar ê Kurd Dr. Qasimlo bû, binke û navendên ewlehî yên rejîma Îranê li tirsa kombûna xelkê di bajarê Mihabadê hatine ser şeqaman û di haletê amadebaşiyê de bûn.

Pêka zaniyariyan heyama du şev e rejîm li bajarê Mihabadê di haletê amadebaşiyêl de ye û hêzên rejîma Îranê li ser şeqam û cihên sereke cihgir bûne.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragihandiye: “ Ew hewla rejîmê li tirsa kombûna xelkê li bajarê Mihabadê bi taybet li şeva Yeldayê ye.

Hevdem caş û kirêgirtiyêîn rejîm çavdêrî bi ser xelkê de dikin.

Bilî vê jî li bajarê Bokanê rejîma Îranê li tirsa kombûna xelkê û nerizayetî nîşandana xelkê keşeke ewlehî li ser bajar de sepandiye.