
Endamên PDKÎ di bajarê Seqizê de, li nêzîkbûna 26ê Xermananê, salroja terorkirina Dr.”Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.
Endamên têkoşer û dilsoz ên PDKÎ di bajarê Seqizê de, li nêzîkbûna 28emîn salvegera şehîdkirina rêberê mezin ê PDKÎ , Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, bi belavkirina trakt û wêneyên wî rêberê mezin, çalakiyên banghêjiyê bi rê ve birin.
Cihên ku çalakiyên banghêjiyê hatibûne lidarxistin ev in: “Şeqama Seidî, Derdora Mizgevta Hz. Umer, Kuştargah û nêzî Sîlo”.